Cewad Elîkurdî, birayê Xisrew Elîkurdî, piştî huşdarîdan bi hikûmetê derbarê weşandina deqeke nihênî hate girtin

13 December 2025 16:53

Hengaw; Şemî 13ê Kanûna 2025an

Cewad Elîkurdî, birayê Xirew Elîkurdî, parêzer û girtiyê siyasî yê berê ku bi awayekî gumanbar canê xwe ji dest da, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin. Ev yeka piştî huşdarîdan wî bi hikûmetê pêk hat ku eger girtiyên siyasî yên beşdar di bîranîna hefteya birayê wî de neyêne berdan, ew ê "belgeyên nihênî " biweşîne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Înê 12ê Kanûna 2025an, Cewad Elîkurdî li Meşhedê ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate girtin.

Navbirî berê di vîdyoyekê de daxwaza berdana çalakvan û kesayetiyên binçavkirî di rêûresma hefteya birayê xwe de kiribû û huşdarî dabû navendên hikûmetî ku ji egera azadnekirina wan welatiyane ew ê "deqeke nihênî” belav bike.

Mebesta Cewad Elîkurd herî kêm 16 kes bûn, di nav de xwediyê Xelata Nobelê Nergis Mihemedî, du endamên malbata Elîkurde, herwiha du endamên malbatên dadxwaz û hejmarek girtiyên siyasî yên berê, ku roja Înê di rêresma birayê wî de li Meşhedê hatibûn girtin.

Li gorî zanyariyên Hengawê, di êrîşeke hêzên hikûmetî de, Nergis Mihemedî, girtiya siyasî ya berê û xwediyê xelata Aştiyê ya Nobelê, Pûran Nazimî, Aliye Mutelibzade, Sipîde Qeliyan, Hestî Emîrî û Ebulfezil Ebrî ji girtiyên siyasî yên berê; Hebîb Fedayî, Esedulah Fexîmî û Ekber Emînî ji çalakvanên siyasî, Elî Adînezade û Riza Adînezade ji endamên malbatên dadxwaz li tevgera  Jin, Jiyan, Azadî, herwiha Dawud Elîkurde û Ehmed Elîkurde ji welatiyên Kurd û endamên malbata Xisrew Elîkurde hatine girtin.

Xisrew Elîkurde ku di salên dawî de bi çêkirina dosyeyên ewlehî û zextên ewlehî-dadwerî re rû bi rû mabû, êvareya Înê 5ê Kanûna 2025an bi awayekî gumanbar di ofîsa karê xwe de canê xwe ji dest da.

Her çend berpirsên Komara Îslamî ya Îranê sedema canjidestdana vî parêzerê Kurd bi krîza dil ragihandibin jî; Lê belê belge û daxuyaniyên malbat û parêzerên wî derbarê xwînrêjiya neyasayî û egera birîndariya fîzîkî, gumanên cidî li ser îdiaya hikûmetê ya derbarê awayê mirina wî çêkirine.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin