Pîranşar; Tahir Bapîran û Siyamend Îsmayîlî bi awayekî hovane hatine girtin
16 December 2025 09:03
Hengaw; Sêşemî 16ê Kanûna 2025an
Tahir Bapîran û Siyamend Îsmayîlî, welatiyên Kurd ên xelkê Pîranşarê, ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî tundûtîjî hatine girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 15ê Kanûna 2025an, Tahir Bapîran û Siyamend Îsmayîlî, xelkê gundê "Şînavê" yê ser bi bajarê Pîranşarê hatine girtin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, ev her du welatiyên Kurd li encama êrîşa hêzên hikûmetî bo ser malên wan û bi awayekî hovane û tirsandinê hatine binçavkirin.
Heta niha, ji sedemên girtin, cihê ragirtin û çarenivîsa van welatiyên Kurd ti zanyariyek serast li ber dest nîne.
Source: Hengawê Kurdî