Pîranşar; Hejmara kesên hatinî girtin giha bi 4 kesan

17 December 2025 13:10

Hengaw; Çarşemî 17ê Kanûna 2025an

Bi binçavkirina du welatiyên din ên Kurd ji Pîranşarê yên bi navên Hejar Tûrecî û Rizgar Xwanpaye, hejmara welatiyên ji aliyê hêzên hikûmetê ve li vî bajarî hatinî girtin giha bi 4 kesan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 15ê Kanûna 2025an, Hejar Tûrecî û Rizgar Xwanpaye, xelkê bajarê Pîranşarê hatine girtin.

Ev her du welatiyên Kurd li encama êrîşa hêzên hikûmetê bo ser malên wan û bi awayekî hovane û tirsandinê hatine binçavkirin.

Hengawê berê nûçeya binçavkirina du welatiyên Kurd ên bi navên Tahir Bapîran û Siyamend Îsmayîlî, xelkê gundê "Şînavê" yê ser bi bajarê Pîranşarê li sibêdeha roja Duşemiyê belav kiribû.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek serast li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin