Şino; Bîlal Ehmedî Azer ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi awayekî hovane hate girtin
26 November 2025 22:39
Hengaw; Çarşemî 26ê Mijdara 2025an
Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê Bîlal Ehmedî Azer bi awayekî hovane, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 26ê Mijdara 2025an, Bîlal Ehmedî Azer yê xelkê "Nelûs" ê ser bi bajarê Şinoyê hate girtin.
Bîlal Ehmedî Azer di mala xwe de bi awayekî hovane hatiye girtin û piştre bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî Bîlal Ehmedî Azer hatinî sepandin li ber dest nîne.
Source: Hengawê Kurdî