Seqiz; Girtina Hamid Nebatî û Mistefa Misrî ji aliyê hêzên hikûmetî ve

30 December 2025 22:53

Hengaw; Sêşemî 30ê Kanûna 2025an

Du welatiyên Kurd ên bi navên Hamid Nebatî û Mistefa Misrî ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 29ê Kanûna 2025an, Hamid Nebatî û Mistefa Misrî, xelkê bajarê Seqizê hatine girtin.

Mistefa Misrî, endamê giûpa Çiyagerî ya Seqizê û Hamid Nebatî li cihê karên xwe û bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatine binçavkirin û çarenivîsa wan nexuya ye.

Heta dema blavbûna vê raporê, ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî seapndin û cihê ragirtina van welatiyên Kurd ti zanyariyek serast li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin