Rapora Hengawê derbarê cangoriya Emîrhîsam Xudayarîferd bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî û hewldana hikûmetê ji bo danasîna wî wek "Besîcî"

01 January 2026 21:05

Hengaw; Pêncşemî 1ê Çileya 2025an

Di pêvajoya nerazîbûnên girseyî yên li bajarê Koyeştê yê ser bi parêzgeha Loristanê, welatiyek bi navê Emîrhîsam Xudayarîferd ê xelkê Kuyeştê, bi teqeya rasterast a şer ji aliyê hêzên hikûmetî ve canê xwe ji dest da. Ev yeka di demekê de ye ku saziyên hikûmetî bi dosyeyasaziya medyayî, hewl dane ku navbirî wekî "endamê Besîc" û ji hêzên ser bi hikûmetê bidin nasîn.

Li gorî rapora ku gihaye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 31ê Kanûna 2025an, Emîrhîsam Xudayarîferd ê temen 22 salî û xelkê Kuyeştê, di navenda nerazîbûnên vî bajarî de bû armanca teqeya rasterast a hêzên hikûmetî û çend demjimêran piştre û piştî veguhestina wî bo navendên dermanî yên Xuremavayê, ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest daye.

Li gorî gotina çavkaniyên agehdar û şahidhalan, ev ciwane ku ji bawermendên ola Yarsan e, di demekê de ku di nava xelkê nerazî de bûye û beşdarî di xwepêşandanên girseyî de kiriye, bi demançeya Kolt û ji mewdayeke nêzîk ve ji aliyê yek ji hêzên hikûmetî ve serê wî bûye armanca teqeya rasterast.

Demildest medyayên hikûmetî yên ser bi saziyên ewlehî bi belavkirina wêneya vî welatiyî, îdiaya wê yekê kirine ku navbirî "endamê Besîc" bûye û "ji ber kiryarên tundûtîj ên xwepêşanderan hatiye kuştin". Ev yeka di halekê de ye ku, vîdyoyên dema lêketina gule û gotina şahidhalan di hevpeyvîna bi Hengawê re, vê îdiayê bi tundî red dikin û nîşan didin ku ew di nav xelkê nerazî de û bi teqeya hêzên hikûmetî birîndar bûye û piştre canê xwe ji dest daye.

Çavkaniyên Hengawê li Kuyeştê ragihandine, ji duh ve du caran fermandarê Kuyeştê û pêşnimêjî Înê yê vî bajarî û herwiha saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ji wan Spaha Pasdaran bi amadebûna di mala malbata Emîrhîsam Xudayarîferd de, malbata navbirî xistine bin zextê da ku qebûl bikin ku kurê wan wekî endamê Besîc were ragihandin;

Heta niha jî radestkirina termê Emîrhîsam bi vê malbatê û birêvebirina rêûresma binaxkirina wî girêdane bi îtirafkirina televizyonî ya malbata wî derbarê endametiya kurê wan di Besîcê de.

Hengawê zaniye ku îro Pêncşemî, rewşa bajarê Kuyeştê bi giştî hatiye mîlîtarîzekirin û saziyên ewlehî hişyarî dane hemû çalakvanan û kanalên Telegram û Instagramê yên pirbîner ên li wî bajarî ku nabe ti cure zanyariyekê derbarê çawaniya kuştina Emîrhîsam Xudayarîferd belav bikin.

Di salên borî de jî, siyasetên saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê li pêwendî digel nerazîbûnên seranserî û girseyî, ji bilî encamdana tundûtîjiya bêsînor û piştguhxistina daxwazên nerazîbûnan, di hewlê de bûne ji bo zevtkirina nasnameya wan hevwelatiyên ku bi teqeya hêzên ewlehiyê canê xwe gorî kirine û danasîna wan wek hêzên ser bi hikûmetê; bi awayekî ku ev siyasete, wekî rêyekê ji bo veşartina berpirsyariya kuştina neraziyan û înkarkirina tawanê û revîn ji berpirsyariya rasterast a hêzên hikûmetê di komkujiya hevwelatiyan de tê helsengandinkirin.

Nerazîbûn û girevên li Îranê ji roja Yekşemî 28ê Kanûna 2025an û hevdem digel derbasbûna nirxê Dolar ji yek milyon û 450 hezar Rîyalî û rekorşikandina bê mînak û berdewam a nirxê diravên biyanî û daketina bihaya perê dest pê kiriye û ji aliyê hêzên hikûmetê ve ber bi tundûtîjiyê ve hatiye birin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin