Hersîn; Kuştina Elî Ezîzî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî

02 January 2026 23:09

Hengaw; Înê 2ê Çileya 2026an

Elî Ezîzî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Hersînê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên girseyî de li vî bajarî, ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Înê 2ê Çileya 2026an, Elî Ezîzî Ceiferabadî, welatiyê xelkê gundê Ceiferabada Hezarxanî û rûniştvanê Hersînê, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate kuştin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, nerazîbûnên girseyî yên îşev û şeva borî 1ê Çileya 2026an li bajarê Hersînê hatine lidarxistin û rapor behsa birîndarbûna çendîn welatiyên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê dikin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin