Îsferayn; Pênc xwenîşander ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin
Hengaw, Şemî 3ê Çileya 2026an
Pênc welatiyên Kurd ên nerazî yên xelkê bajarê Îsferaynê yê ser bi Parêzgeha Xurasana Bakur ên bi navên Elî Qewîdil, Peyman Mîrzayî, Îsa Şekurî, Ebas Bîdî û Arîn Heyderî ji aliyê hêzên serkutkar ên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 2ê Çileya 2026an, Îsa Şekurî yê temen 24 salî û xelkê bajarê Îsferaynê hate girtin.
Ji aliyek dinê ve, êvareya roja Pêncşemî 1ê Çileya 2026an jî, her yek ji Elî Qewîdil, Peyman Mîrzayî û Ebas Bîdî yê temen 25 salî û Arîn Heyderî yê temen 20 salî, xwenîşanderên xelkê Îsferaynê hatine girtin.
Ew welatiyên Kurd piştî binçavkirinê bo cihên nediyar hatine veguhastin û şêwaza ragirtina wan û rewşa tendirustiyên wan nediyar e.