Rapora Hengawê ji xwenîşandanên Melikşahiyê û kuştina herî kêm 4 welatiyan
Hengaw; Şemî 3ê Çileya 2026an
Li encama xwenîşandanên girseyî yên bajarê Melikşahiyê yê ser bi parêzgeha Îlamê, herî kêm 4 welatiyên Kurd ên bi navên Mehdî Îmamîpûr, Riza Ezîmzade, Fariz Aqamihemedî û Mihemed Muqedesî (Bezûne) bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin û bi dehan kesên dinê jî birîndar bûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, nîveroya roja Şemî 3ê Çileya 2026an, li meşa xwenîşandanên girseyî yên li bajarê Melikşahî yê parêzgeha Îlamê, hêzên Spaha Pasdaran bi çekên şer teqe li welatiyên nerazî kirin û di encama van teqekirinan de, herî kêm çar welatî yên bi navên Mehdî Îmamîpûr, Riza Ezîmzade, Fariz Aqamihemedî û Mihemed Muqedesî (Bezûne) demildest jiyana xwe ji dest dan.
Raporên derbarê canjidestdana du welatiyên din jî gihîştine destê Hengawê ku ji aliyê tîma Hengawê ve têne lêkolînkirin.
Li gorî vîdiyo û zanyariyên ku gihîştine destê Hengawê, zêdetirî 40 kesî jî birîndar bûne û bo navendên dermanî hatine veguhestin. Gelek ji birîndaran ji ber xirabiya rewşa xwe ya tendirustiyê bo nexweşxaneya Xumeynî ya li Îlamê hatine veguhestin.