Raporek derbarê girtina 12 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hikûmetî ve

04 January 2026 10:06

Hengaw; Yekşemî 4ê Çileya 2026an

12 welatiyên Kurd bi navên Muhsên Şukrî, Emîr Mihemedî, Riza Baqirînijad, Emîr Îsazade, Mihemedbeşîr Haşimiyan, Mehdî Haşimiyan, Behadur Emûzade, Ehmed Hesenwend Emûzade, Murad Hasilî, Emîn Nûrmeniş, Ferhad Mihemedreşîd û Muhsên Heyderbegî, ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarên Bedre, Dereşar û Serpêla Zehawê hatine girtin û bo cihên nediyar hatine veguhastin û ti zanyarî derbarê çarenivîsa wan ber dest nîne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 3ê Çileya 2026an, Muhsên Şukrî û Emîr Mihemedî ji aliyê hêzên Îtilaatê li xala pişkinînê ya Pataqa Serpêla Zehawê bi guleyan hatine birîndarkirin û girtin û heta niha ti zanyarî derbarê çarenivîsa wan nînin.

Herwiha di heman demê de, Emîr Îsazade (30 salî), Mihemedbeşîr Haşimiyan (35 salî), Mehdî Haşimiyan (30 salî), Behadur Emûzade (40 salî) û Ehmed Hesenwend Emûzade (30 salî), pênc welatiyên xelkê gundê "Ermû" yê ser bi Dereşara Îlamê, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin.

Di berdewamiya girtinên vê dawiyê de, êvareya Înê 2ê Çileyê, çar welatiyên xelkê bajarê Bedre yê ser bi parêzgeha Îlamê bi navên Murad Hasilî, Emîn Nûrmeniş, Ferhad Mihemedreşîd û Muhsên Heyderbegî ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatin girtin.

Di heman şevê de, Riza Baqirînijad, welatiyê xelkê Serable yê ser bi Îlamê, li nêzîkî mala xwe ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin