Kirmaşan; Du birayên 17 û 20 salî bi guleyên rasterast ên hêzên hikûmetî hatine kuştin

05 January 2026 09:56

Hengaw; Duşemî 5ê Çileya 2026an

Resûl Kidîweriyan, zarokê Kurd ê temen 17 salî digel birayê xwe yê mezin ê bi navê Riza Kidîweriyan di meşa xwenîşandanên bajarê Kirmaşanê de bi guleyên rasterast ên hêzên serkutkar ên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 4ê Çileya 2026an, Riza Kidîweriyan ê temen 20 salî û xelkê bajarokê "Dîpîn" ê ser bi Kirmaşanê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê li meşa xwenîşandanên li taxa Ceiferava ya vî bajarî ketibû komayê li nexweşxaneya Taliqanî canê xwe ji dest da.

Herwiha, êvareya roja Şemî 3ê Çileyê, Resûl Kidîweriyan, zarokê 17 salî û birayê biçûk ê Riza Kidîweriyan bi guleyên rasterast ên hêzên serkutkar demildest hate kuştin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, ev her du bira di dema xwenîşandanên li şeqama Ertêş a li taxa Ceiferava ya Kirmaşanê rasterast ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine armanckirin. Piştî teqekirinê Resûl Kidîweriyan ê zarokê 17 salî di cih de canê xwe ji dest da û Riza Kidîweriyan jî bi giranî hate birîndarkirin ku  piştî veguhastina wî bo nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê di êvareya roja dinê de jiyana xwe ji dest da.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, termên her du birayan bi malbatên wan re nehatine radestkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin