Sine; Girtina bav û birayê Çiyako Yûsifînijad, çalakvanê jîngehparêzî yê canjidestdayî

22 December 2025 21:49

Hengaw; Duşemî 22ê Kanûna 2025an

Li berdewamiya givaşên saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser çalakvanên medenî û malbatên dadxwaz, Adil Yûsifînijad û Ako Yûsifînijad, bav û birayê Çiyako Yûsifînijad piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata Sineyê hatine girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 22ê Kanûna 2025an, Adil Yûsifînijad ê 53 salî û kurê wî Ako Yûsifînijad, bav û birayê Çiyako Yûsifînijad ê çalakvanê jîngehparêzî û werzişvanê canjidestdayî yê Sineyê, piştî gazîkirin bo Îtilaata Spaha Pasdaran li vî bajarî hatine girtin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev her du welatî roja borî bi rêya pêwendiya telefonî ve hatine gazîkirin û demjimêr 11ê nîvero û piştî serdankirina Îtilaata Spahê hatine girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyên hûr derbarê sedemên girtin û tohmetên li dijî wan hatinî sepandin li ber dest nînin. Digel vê yekê, egera wê heye ku sedema gazîkirina wan, beşdarîkirina wan di rêûresma roja Înê ya çalakvanên jîngehê yên bajarê Sineyê de be ku di bin navê "Kempeyna Zagrosane" de hatibû lidarxistin.

Roja Yekşemî 27ê Tîrmeha 2025an, Çiyako Yûsifînijad, çalakvanê jîngehparêzî û werzişvanê xelkê Sineyê piştî çar rojan man li beşa çavdêriya hûr (ICU) a nexweşxaneya Kewser a vî bajarî canê xwe ji dest da. Navbirî di dema kontrolkirina agirê berfireh li bilindahiyên çiyayê Aviyerê tûşî şewateke giran bibû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin