Kirmaşan; Raporek li ser kuştina Riza Qenberî, zarokê 17 salî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî
Hengaw, Duşemî 5ê Çileya 2026an
Li berdewamiya kuştina welatiyan di kombûna nerazîbûnên dawî de, Riza Qenberî, zarokê 17 salî yê Kurd ê xelkê Kirmaşanê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin. Ew wek duyemîn zarok tê hesibandin ku di meşa nerazîbûnên dawî yên vî bajarî de canê xwe ji dest daye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Şemî 3ê Çileya 2026an, Riza Qenberî yê 17 salî û ji zarokê karker ê xelkê Kirmaşanê, di nerazîbûnên taxa Ceiferava ya vî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hate kuştin.
Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, ev zarok li dema êrîşa çekdarî ya hêzên hikûmetî bo ser kombûna welatiyan li şeqama Ertêş a Kirmaşanê, piştî berketina gule li pişt û kêleka wî, canê xwe ji dest daye.
Hengaw agehdar bûye ku hêzên saziyên hikûmetî li Kirmaşanê givaş xistine ser malbata vî zarokê cangorî da ku bidine zanîn ku zarokê wan ji endamên Basîc bûye.
Ev yeka di demekê de ye ku di heman şevê de Resûl Kedîweriyan, zarokekî din ê 17 salî bi teqeya rasterast a hêzên serkutker li Ceiferavaya Kirmaşanê demildest hate kuştin.
Herwiha êvareya Yekşemî 4ê Çileya 2026an, Riza Kedîweriyan, 20 salî û birayê Resûl, ku bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî di meşa nerazîbûnên girseyî yên heman rojê de li taxa Ceiferava ya vî bajarî ketibû komayê, şeva borî li nexweşxaneya Taliqanî canê xwe ji dest da.