Rapora Hengawê li ser mangirtina seranserî li Kurdistanê; beşdariya berfireh û giştgir li 39 bajaran
Hengaw, Pêncşemî 8ê Çileya 2026an
Bangewaziya mangirtina seranserî li Kurdistanê bi beşdariya berfireh û giştgir a 39 bajaran bi serkeftineke berbiçav bi dawî hat. Herwiha gelek girtiyên siyasî hevdem, bi mangirtina birçîbûnê piştgirî dane bangewaziyê.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, bajarên Serpêla Zehaw, Rewanser, Kirmaşan, Pawe, Şabad, Qesra Şirîn, Kozeran, Giyelan, Selasa Bawecanî, Sehne, Sunqur û Kulyayî, Kirend û Ciwanro li parêzgeha Kirmaşanê beşdarî di mangirtina giştî ya Kurdistanê de kirin.
Di heman rojê de bajarên Sine, Dîwandere, Seqiz, Merîwan, Bane, Bîcar, Kamêran, Qurwe, Dêwulan û Sewlava li parêzgeha Sine bi mangirtinê pêşwazî li bangewaziya seranserî kirin.
Urmiye, Dizeya Mirgewer, Mehabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar, Şino, Tîkab, Rebet, Kotol û Xoy, herwiha Îlam, Lûmar, Avdanan, Dêhloran û Dereşar, 15 bajarên dinê bûn ku bi piştgirîkirina bangewaziyê, dest bi mangirtinê kirin.
Navendên hikûmetî bi mebesta belavkirina piropagendeyê, zanyariyên xapînok û çêkirina bêbaweriyê, hejmarek ji kasibkar û çalakvanên medenî yên naskirî gazî kirin û di rûpelên wan ên torên civakî de ala Komara Îslamî û dirûşmên îdeolojîk ên hikûmetê belav kirin. Herwiha hevdem digel van karane, bi çêkirina hesabên bikarhênerî bi navê van kesan, dest bi terora kesayetiya wan kirin û mijarên dijî bîr û baweriyên wan belav kirin.
Hevdem Sirwe Pûrmihemedî, Mehmûd Sadiqî, Refîq Selîmî, Nadir Behmenî, Yûsif Ehmedî, Îdrîs Mînberî, Mihemed Rehîmî, Feryad Qadirî û Ferdîn Mewlûdî, Wirîşe Muradî, Zeyneb Celalyan, Sekîne Perwane û Mutelîb Ehmediyan, girtiyên siyasî yên Kurd digel Perîsa Kemalî, girtiya siyasî ya xelka Yezdê li girtîgeha navendî ya Sineyê wek nîşana hevaltiyê dest bi mangirtinê kirin.
Bangewaziya birêveçûna mangirtina seranserî li Kurdistanê roja Sêşemî 6ê Çileyê ji aliyê heft partiyên siyasî û saziyên medenî yên Kurdistanê ve ji bo piştgirîkirina xelkê Îlam, Kirmaşan û Loristanê û herwiha piştgirîkirina nerazîbûnên seranserî hate belavkirin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê jî, bi belavkirina daxuyaniyekê bi awayekî fermî piştgiriya xwe ji bo vê pêngava medenî ragihandibû.