Çinaran; Raporek li ser kuştina herî kêm pênc welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hikûmetê ve

09 January 2026 09:52

Hengaw; Înê 9ê Çileya 2026an

Herî kêm pênc welatiyên Kurd ên bi navên Mehdî Qurbandost, Mehdî Welîdost, Murteza Cehanbexş, Ruhula Sitare Muşterî û Mihemed Riza Girûhî li dema xwenîşandanên bajarê Çinaran ê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi guleyên rasterast hatine kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarşemî 7ê Çileya 2026, Mehdî Welîdost, Murteza Cehanbexş ên xelkê gundê Xezelken ê ser bi bajarê Çinaran, Ruhula Sitare Muşterî yê temen 26 salî û xelkê gundê Qiyasava û Mihemed Riza Girûhî li şeqama Xumeynî ya vî bajarî bi guleyên rasterast ên Kilaşnîkofê jiyana xwe ji dest dan.

Mehdî Qurbandost,  welatiyê din ê ku di xwenîşandanên vê şevê de bi guleyan hatibû birîndarkirin û ketibû komayê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an canê xwe ji dest da.

Raporên ku ketine destê Hengawê, vê yekê nîşan didin ku welatiyekî din jî hatiye kuştin ku nasnameya wî ji aliyê Hengaw ve tê lêkolînkirin.

Li gorî vîdyo û wêneyên ku gihîştine destê Hengawê, hemû ev welatiyane piştî berketina guleyan bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û tevî hewldanên karmendên pizîşkî canê xwe ji dest dane.

Li gorî çavkaniyên agehdar, hêzên hikûmetê hewl dane ku termên Ruhula Sitare di şevê de veşêrin, lê ji ber astengiya xelkê nekarîn vê yekê bikin. Navbirî rojek berî were kuştin bibû bi bav.

Hêjayî gotinê ye ku, heta niha termên tu kes ji wan welatiyane bi malbatên wan re nehatiye radestkirin.

Di xwenîşandanên Çinaran de, hêzên hikûmetê di navbera demjimêr 8 û 11ê şeva Çarşemî de teqe li welatiyan kiribûn.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin