Binçavkirina çar kesên ji kadroyên dermanî yên Dêhloranê ji ber dermankirina birîndarên serkutkirina hikûmetê
09 January 2026 19:53
Hengaw; Şemî 10ê Çileya 2026an
Ehmed Xusrewî, Mihemed Muradî Terîq, Îhsan Ehmedî û Husên Keremî, çar kes ji peresdarên Kurd ên nexweşxaneya Dêhloranê li parêzgeha Îlamê, ji ber ku wek "dermankirina birîndarên destê hêzên hikûmetê" hatiye binavkirin, hatin binçavkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Ehmed Xusrewî, Mihemed Muradî Terîq, Îhsan Ehmedî û Husên Keremî yên xelkê Dêhloranê hatin binçavkirin.
Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê bi êrîşkirina ser cihê karê van peresdaran, bi bikaranîna tundûtîjiyê ew binçav kirine û bo cihekî nediyar veguhastine.
Source: Hengawê Kurdî