Rûmala nerazîbûnên Çileyê; Girtina herî kêm 18 welatiyên Kurd li bajarên Melekşahî, Giyelan, Avdanan, Qesra Şîrîn, Dereşar, Dîwandere, Sebzewar û Sunqurê

09 January 2026 20:06

Hengaw; Şemî 10ê Çileya 2026an

Di berdewamiya pêla girtina vê dawiyê de, herî kêm 18 welatiyên Kurd bi navên Ehmed Zeynî, Mistefa Sefar, Rehmet Reşîdî, Arman Pîranî, Elî Ehmedî, Emîr Husên Xanmihemedî, Eşkan Sebzî, Rehman Keremî, Arif Mîrzayî, Casim Tunder, Newîd Necefî, Wehîd Şadman, Bêhnam Bilindbext, Selam Arif Xanlerî, Mardîn Miradî, Ehmedriza Ferhadî Tupkanlû, Muslîm Kamyab û Muhsên Kamyab, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin û bo cihêkî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, neh welatiyên xelkê Avdanan ê ser bi parêzgeha Îlamê bi navên Ehmed Zeynî (peresdar), Mistefa Sefar (kasibkarê bazarê), Rehmet Reşîdî (kasibkar û xwediyê qehwexaneyê), Arman Pîranî, Elî Ehmedî, Emîr Husên Xanmihemedî, Eşkan Sebzî, Rehman Keremî û Arif Mîrzayî, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin girtin û bo cihêkî nediyar hatine veguhastin.

Hevdem di vê rojê de, sê welatiyên din bi navên Casim Tunder (xelkê Melekşahî), Newîd Necefî (xelkê Giyelanê), Wehîd Şadman (wênegir û serokê Encumena Wênegirên bajarê Qesra Şîrîn), ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin girtin û bo cihêkî nediyar hatine veguhastin.

Ji aliyek dinê ve roja Çarşemêî 7ê Çileyê, çar welatî bi navên Bêhnam Bilindbext (xelkê Giyelanê), Selam Arif Xanlerî (xelkê Dereşar), Mardîn Miradî (xelkê Dîwandere) û Ehmedriza Ferhadî Tupkanlû (temen 23 salî, welatiyê Kurd ê xelkê Sebzewarê), ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin girtin û bo cihêkî nediyar hatine veguhastin.

Herwiha roja Sêşemî 6ê Çileyê, Muslîm Kamyab xelkê Sunqurê û roja Duşemî 5ê Çileyê, Muhsên Kamyab (birayê wî), bi êrîşa hêzên hikûmetê bo ser malên wan bêyî nîşandana ti cure belgeyeke yasayî û bi şêweyekî tundûtîjî hatine girtin û bo cihêkî nediyar hatine veguhastin.

Heta dema belavbûna vê raporê, li ser cih û rewşa ragirtin û tohmetên li dijî wan hatinî sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin