Meşhed; Girtina Bêhrûz Elîkurdî welatiyê Kurd û yek ji nêzîkên Xisrew Elîkurdî

22 December 2025 22:27

Hengaw; Duşemî 22ê Kanûna 2025an

Bêhrûz Elîkurdî, welatiyê Kurd û xelkê Sebzewarê yê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî û yek ji nêzîkên Xisrew Elîkurdî, parêzerê dadweriyê û girtiyê siyasî yê berê ku bi awayekî şikdar canê xwe ji dest dabû; ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve li cihê karê xwe li Meşhedê hate girtin û bi derxistina biryara girtinê bo yek ji girtîgehên vê navendê hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 22ê Kanûna 2025an, Bêhrûz Elîkurdî yê kurxalê Xisrew Elîkurdî û xelkê Sebzewarê li Meşhedê hate girtin.

Bi gotina çavkaniyên agehdar, Bêhrûz Elîkurdî piştî girtinê bo îdareya Îtilaata hêzên çekdar li navçeya Rizaşehr a Meşhedê hatiye veguhastin û bi derçûna biryara girtinê ji aliyê dadwer Kuhsengî, dadwerê Dadgeha Şoreşê ve bo odeya takekesî hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê raporê, zanyariyeke hûr derbarê sedemên girtin û çarenivîsa vî welatiyê li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin