Rûmalkirina nerazîbûnên meha Çileyê; binçavkirina 10 welatiyên Kurd ji wan zarokek, li bajarên Giyelan, Ciwanro û Sineyê

10 January 2026 14:03

Hengaw; Şemî 10ê Çileya 2026an

Deh welatiyên Kurd ji wan zarokek û sê birîndar, bi navên Elî Eşref Pîşgam, Sîna Keremî, Berdiya Derwîşî, Elîşah Şîrmihemedpûr, Sehend Şîrmihemedpûr, Secad Perwazî û Mehdî Ehmedî, Sîna Ehmedî, Aso Keyxusrewî û Bêhnam Fatehî li bajarên Giyelan, Ciwanro û Sineyê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine binçavkirin û bo cihên nediyar hatine veguhastin.

Li gorî raporta ku gihaye bi Saziya Mafê Mirova ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, heft welatiyên xelkê Giyelanê yên bi navên Elî Eşref Pîşgam, Sîna Keremî, Berdiya Derwîşî, Elîşah Şîrmhemedpûr, Sehend Şîrmhemedpûr, Secad Perwazî û Mehdî Ehmedî, ji aliyê hêzên hikûmetî ve li vî bajarî hatine binçavkirin û bo cihên nediyar hatine veguhastin. Hêjayî gotinê ye ku Secad Perwazî, Mehdî Ehmedî û Eşref Pîşgam beriya binçavkirinê birîndar bûbûn û tevî rewşa nebaş a laşî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hevdem û di heman rojê de, du welatiyên xelkê Ciwanroyê ku yek ji wan zarok e, bi navên Sîna Ehmedî û Aso Keyxusrewî yê zarokê 17 salî, ji aliyê hêzên hikûmetî ve li vî bajarî hatine binçavkirin.

Di berdewamiya binçavkirinên vê rojê de, welatiyekî xelkê Sineyê yê bi navê Bêhnam Fatehî, ji aliyê hêzên hikûmetî ve li vî bajarî hate binçavkirin. Navbirî mekanîk e û berê jî pêşîneya binçavkirinê hebûye.

Ev welatî piştî binçavkirinê bo cihên nediyar hatine veguhastin û heta niha ti zanyarî li ser çarenivîsa wan li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin