Rapora Hengawê li ser kuştina pênc welatiyên Kurd li Kirmaşanê

10 January 2026 19:21

Hengaw; Şemî 10ê Çileya 2026an

Pênc welatiyên Kurd ên bi navên Keywan Rizayî, Yasîn Mîrzayî, Behrûz Sefayî, Saman Nezerî û Seyad Feramerzî di meşa nerazîbûnên girseyî yên devera Deredirêj a Kirmaşanê de, ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi teqeya rasterast hatine kuştin. Hêjayî gotinê ye ku piraniya rûniştvanên vê deverê peyrewên ola Yarsan in.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirova ya Hengawê, êvareya Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Saman Nezerî (23 salî), Yasîn Mîrzayî, Keywan Rizayî, Behrûz Sefayî û Seyad Feramerzî bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Nebî Ekrem li devera Deredirêj (bajarokê Mehdiyê) hatine kuştin.

Zanyariyên hatine destxistin nîşan didin ku, Yasîn Mîrzayî xwendekarê niştecî li Feransayê bûye û bi mebesta dîtina malbata xwe vegeriyabû Kirmaşanê. Hêjayî gotinê ye ku, ji ber qutbûna tevahiya înternetê û nebûna detpêregihîştina bi bandor a bi çavkaniyên din li vê deverê, Hengawê bi awayekî serbixwe nekariye xwendekarbûna Yasîn li Feransayê piştrast bike.

Ji aliyek dinê ve, çavkaniyeke agehdar ji Hengawê re ragihand ku di meşa van nerazîbûnan de, welatiyekî Kurd ê bi navê Aram Fethî ku di encama teqeya rasterast a guleyên şerî de bi giranî birîndar bibû, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatiye revandin.

Li gorî nûtirîn zanyariyên ku Hengawê ji Kirmaşanê wergirtine, 41 kes ji welatiyên ku di meşa van nerazîbûnan de bi sedema berketina guleyên Kilaşînkofê birîndar bûne, li nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê hatine razandin û rewşa du kes ji birîndaran bi navên Mihemed Mîrî û Efşar Necefî xirab hatiye ragihandin.

Piştî qutbûna tevahî û armanckirî ya înternetê ji aliyê Komara Îslamî ve li seranserê Îranê, Hengawê kariye bi rêya çavkaniyên xwe ve pêwendiyê bi bajarê Kirmaşanê re çêbike û zaniye ku roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, nerazîbûnên xelkê li devera Deredirêj a Kirmaşanê heta demjimêr 03ê sibêdehê bi dema herêmî berdewam bûye û hêzên hikûmetî, bi taybetî hêzên Spaha Nebî Ekrem, bi bikaranîna çekên giran ên wekî Doçka û Kilaşînkofê, li vê deverê dest bi teqe û gulebarana berfireh li dijî neraziyan kirine.

Herwiha Hengaw agehdar bûye ku di meşa pevçûna hêzên serkutker ên hikûmetê digel xelkê nerazî de li taxa Deredirêj a Kirmaşanê, herî kêm 10 kes ji hêzên Spaha Nebî Ekrem hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku, piraniya rûniştvanên Deredirêjê, peyrewên ola Yarsan in. Yarsan oleke îrfanî ye ku tekezî li ser prensîbên heqîqetxwazî, wekhevî û evîna bo mirovatiyê dike û peyrewên wê bawerî bi yekbûna Xwedê hene. Peyrewên ola Yarsan bi piranî Kurd in û pirtir li parêzgeha Kirmaşanê û bajarên Herêma Kurdistanê dijîn, lê li bajarên wekî Hemedan, Xuremava, Tewrêz, Kelardeşt, Koyeşt, Qezwîn û Tehranê jî hene.

Hengawê pêştir nûçeya kuştina yekî din ji peyrewên ola Yarsan ê bi navê Emîrhîsam Xudayarîferd (22 salî), di meşa nerazîbûnên xelkê de li Koyeştê yê ser bi parêzgeha Loristanê, roja Çarşemî 31ê Kanûna 2025an ragihandibû.

 

Peîrewên ola Yarsan, piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê di sala 1357an de, rastî fişar, serkut û cudakariyê hatine û gelek ji rêber û çalakvanên vê olê bi girtîgehê hatine mehkûmkirin. Her wiha di herikîna tevgera "Jin, Jiyan, Azadî"yê de jî, peîrewên Yarsan li bajarên cuda rolekî çalak hebûne û herî kêm 8 welatiyên Kurd ên Yarsanî di herikîna vê tevgerê de canê xwe ji dest dane û her wiha Reza Resayî, yek ji girtiyên siyasî yên tevgera "Jin, Jiyan, Azadî"yê hate sêdaredan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin