Rapora Hengawê li ser kuştina Îbrahîm Yûsifî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî li Kirmaşanê
Hengaw; Yekşemî 11ê Çileya 2026an
Îbrahîm Yûsifî, welatiyê Kurd û xelkê Kirmaşanê yê 42 salî, li meşa nerazîbûnên girseyî yên li taxa Dewletava ya vî bajarî, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirova ya Hengawê, êvareya Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Îbrahîm Yûsifî, xîzandar û bavê sê zarokan û rûniştiyê taxa Dewletava ya Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên serkutkar ên hikûmetî li vê deverê hate kuştin.
Yek ji endamên malbata Yûsifî tevî piştrastkirina vê nûçeyê ji Hengawê re ragihandiye ku, ev welatî ji ber ku guleyên hêzên hikûmetê li serê wî ketibûn, jiyana xwe ji dest da.
Hêjayî gotinê ye ku heta niha termê vî welatiyî radestî malbata wî nehatiye kirin.
Nerazîbûnên girseyî yên roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an ku hevdem li çendîn bajarên Îranê dihatine birêveçûn, li Kirmaşanê jî bi beşdariya berfireh a welatiyan pêk hat û ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi serkutkirina tund, bikaranîna tundûtîjiyê û teqekirina rasterast a guleyên şer li dijî xwenîşanderan hate bersivandin.
Hengawê berê rapora li ser kuştina herî kêm 5 welatiyên din li meşa nerazîbûnên heman rojê li devera Deredirêj (bajarokê Mehdiye) ê Kirmaşanê ji ber teqeya rasterast a hêzên hikûmetê belav kiribû.