Rapora Hengawê li ser kuştina Ako Mihemedî yê welatiyê Kurd, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî li Qişmê
Hengaw; Yekşemî 11ê Çileya 2026an
Ako Mihemedî, welatiyê Kurd ê xelkê Selasa Bawecanî yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê û rûniştvanê Qişmê, li meşa nerazîbûnên girseyî di vî bajarî de, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin. Saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ji bo dayîna termê vî welatiyî daxwaza milyardek Tumen dikin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Ako Mihemedî, welatiyê 22 salî yê Kurd û xelkê gundê Kanî Reş ê ser bi Selasa Bawecanî û rûniştvanê Qişmê, li meşa nerazîbûnên xelkê li vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî jiyana xwe ji dest da. Malbata navbirî îro Yekşemî bi dayîna milyardek Tumenî termê navbirî wergirtine.
Hengaw bi rêya çavkaniyên xwe ve hatiye agehdarkirin ku, di encama van nerazîbûnan de 15 welatî ji wan du jinên Kurd û xelkê Îlamê hatine kuştin û termê hemûyan radestî malbatên wan hatine kirin. Hengaw mijûlî şopandinê ye ji bo eşkerekirina nasnameya van welatiyan û hûrgiliyên têkildarî hemûyan dê belav bike.
Çavkaniyeke agehdar di vê derbarê de ji Hengawê re ragihandiye ku, di demekê de ku dayîk û bavê vî welatiyî ji ber neştergeriya lezgîn a bavê navbirî li Tehranê ne û hîn agehdarê kuştina zarokê xwe nebûne, kesûkarên navbirî li gundê Kanî Reş mijûlî şopandinê ne ji bo wergirtina termê wî. Tevî vê yekê, saziyên ewlehiyê xwe ji dayîna termê dûr digirin û ji bo radestkirina termê daxwaza milyardek Tumenî dikin.
Nerazîbûnên xelkê li bajarê Qişmê bi beşdariya berfireh a welatiyan pêk hat û hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê bi serkutkireke giran, kiryarên tundûtîjî û teqeya rasterast a guleyên şer li dijî neraziyan bertek nîşan dan.