Rapora Hengawê derbarê kuştina Newîd Salihî û Beyat Subhanî, du welatiyên xelkê Paweyê li Kirmaşanê

11 January 2026 23:22

Hengaw; Yekşemî 11ê Çileya 2026an

Newîd Salihî û Beyat Subhanî, du welatiyên Kurd ên xelkê Paweyê û rûniştiyên bajarê Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên girseyî yên taxa "Deredirêj" a Kirmaşanê de, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin. Hengawê berê raporek li ser kuştina herî kêm pênc welatiyên dinê di meşa heman nerazîbûnan de li vê deverê belav kiribû.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Newîd Salihî yê 27 salî û xelkê gundê "Mezîdî" yê ser bi Paweyê û peresdarê nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê, û welatiyekî din ê bi navê Beyat Subhanî yê 40 salî, xîzandar û bavê du zarokan û xelkê gundê "Şimşêr" ê ser bi Paweyê, bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Nebî Ekrem li taxa Deredirêjê hatine kuştin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derbarê de ji Hengawê re ragihandiye ku, ev du welatî di meşa nerazîbûnên girseyî yên taxa Deredirêj a Kirmaşanê de, bi teqeya rasterast a hêzên Spahaê û bi çeka Keleşînkofê hatine armancgirtin.

Vê çavkaniyê îşare bi wê yekê jî kiriye ku, malbatên van her du welatiyane termên wan wergirtine û roja Yekşemî 11ê Çileyê, her yek ji wan li zêdê xwe hatine biaxsipartin.

Hengawê berê derbarê nerazîbûnên girseyî yên roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an li taxa Deredirêj a Kirmaşanê û şêweyên serkuta berfireh a wan nerazîbûnan ragihandibû ku pevçûn di navbera xelkê û hêzên serkutker de heta demjimêr 3ê sibêdehê bi dema xwecihî berdewam bûye û hêzên hikûmetî, bi taybetî hêzên Spaha Nebî Ekrem, bi bikaranîna çekên giran ji wan Doşka û Keleşînkofê, dest bi teqekirina berfireh li dijî xwenîşanderan kiribûn.

Hengawê berê jî rapora li ser kuştina herî kêm pênc welatiyên peyrewên ola Yarsan bi navên Keywan Rizayî, Yasîn Mîrzayî, Bêhrûz Sefayî, Saman Nezerî û Seyad Feramerzî di dema wan nerazîbûnan de belav kiribû.

Herwiha li dema pevçûna hêzên serkutker ên hikûmetî digel xelkê nerazî di vê deverê de, herî kêm 10 kes ji hêzên Spaha Nebî Ekrem hatine kuştin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin