Rapora Hengawê li ser kuştina Diyar Pûrçêhrîq, welatiyê Kurd li Tehranê
Hengaw, Duşemî 12ê Çileya 2026an
Diyar Pûrçêhrîq ê welatiyê Kurd û xelkê Selmasê, di meşa nerazîbûnên bajarê Tehranê de bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Îranê hate kuştin. Ev duyemîn welatiyê Kurd û xelkê Selmasê ye ku di van nerazîbûnan de li Tehranê hatiye kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Diyar Pûrçêhrîq, welatiyê 30 salî yê Kurd û xelkê Selmasê, di meşa nerazîbûnên Tehranê de li navçeya Pûnek a vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetî hate kuştin.
Çavkaniyeke agehdar di vî warî de ji Hengawê re ragihandiye ku, Diyar Pûrçêhrîq di vê dawiyl de tirombêlek kirîbû û karê veguhastina rêwiyan pê dikir û di vê dawiyê de jî bi mebesta kar çûbû Tehranê.
Vê çavkaniyê herwiha got ku, heta niha termê Diyar radestî malbata wî nehatiye kirin û şopandinên malbata wî bê encam mane.
Berê jî Hengawê nûçeya kuştina kesekî din ê xelkê Selmasê yê bi navê Burhan Seyîdî di nerazîbûnên Tehranê de belav kiribû.