Raporek li ser kuştina Holako Eywanî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî li Şabadê

12 January 2026 19:56

Hengaw, Duşemî 12ê Çileya 2026an

Holako Eywanî, werzişvanê Kurd ê xelkê bajarê Şabadê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate kuştin. Şopandinên Hengawê nîşan didin ku Holako Eywanî ew welatiye ye ku berê Hengawê di raporekê de behsa kuştina herî kêm kesekî di dema nerazîbûnên vî bajarî de kiribû.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Holako Eywanî, welatiyê xelkê bajarê Şabadê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.

Berê Hengawê di raporeke taybet de behsa nerazîbûnên girseyî yên êvareya Pêncşemê 8ê Çileyê li Şabadê û rûdana pevçûnên dijwar di navbera welatî û hêzên hikûmetî de kiribû. Di wê raporê de îşare bi kuştina herî kêm welatiyekî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî û birîndarbûna çend kesên dinê hatibû kirin.

Şopandinên temamker ên Hengawê nîşan didin ku ev welatiyê ku hatiye kuştin, Holako Eywanî, werzişvanê Kurd ê xelkê Şabadê ye, ku li kolaa Momtaz a li şeqama Kêşawerzê hatiye kuştin.

Herwiha di dema van pevçûnan de, herî kêm sê endamên hêzên Spaha Pasdaran jî hatine kuştin.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin