Kuştina Secad Feyzî, Mihemed Ceiferî û Îrfan Cameşûranî di nerazîbûnên Kirmaşanê de
Hengaw; Sêşemî 13ê Çileya 2026an
Secad Feyzî, Mihemed Ceiferî û Îrfan Cameşûranî, sê welatiyên Kurd û xelkê Kirmaşanê, di encama nerazîbûnên van dawiyê de bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetî hatin kuştin. Bi vî awayî heta niha nasnameya 15 kesên ku li Kirmaşanê hatine kuştin ji bo Hengawê eşkere bûye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Secad Feyzî, Mihemed Ceiferî û Îrfan Cameşûranî, ku her sê jî xelkê Kirmaşanê ne, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin.
Hûrgiliyên kuştina van sê ciwanên Kurd bi destê hêzên serkutker ên Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê Hengawê ve têne lêkolînkirin.
Bi piştgirêdan bi amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, heta niha nasnameya herî kêm 15 welatiyan eşkere bûye ku di encama nerazîbûnên meha Çileyê de li Kirmaşanê ji aliyê hêzên serkutker ên hikûmetî ve hatine kuştin.