Rapora Hengawê derbarê kuştina Husên Şêrkol, welatiyê Kurd di nerazîbûnên Îsfehanê de
Hengaw; Sêşemî 13ê Çileya 2026an
Welatiyekî Kurd û xelkê bajarokê Zerînava (Pehle) yê ser bi bajarê Dêhloranê li parêzgeha Îlamê, bi nasnameya Husên Şêrkol, li meşa nerazîbûnên hefteya borî li bajarê Îsfehanê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, li meşa nerazîbûnên êvareya Pêncşemî 8ê Çileya 2026an li bajarê Îsfehanê, welatiyekî Kurd ê bi navê Husên Şêrkol ê xelkê Zerînavaya bajarê Dêhloranê, bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetî hate kuştin.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Husên Şêrkol ji mewdayeke nêzîk ve û bi çeka Keleşînkofê ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû armanckirin.
Vê çavkaniyê di berdewamiyê de îşare bi wê yekê jî kiriye ku, malbata Şêrkol piştî pênc rojan karîne termê kurê xwe werbigirin û biryar e rêûresma biaxsipartina navbirî roja Çarşemî 14ê Çileyê li Zerînavayê bê lidarxistin.