Raporek li ser kuştina Pûya Rostemî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî li Bedreyê
15 January 2026 16:32
Hengaw; Pêncşemî 15ê Çileya 2026an
Pûya Rostemî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Bedre yê ser bi parêzgeha Îlamê, di meşa nerazîbûnên hefteya borî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvaryea roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Pûya Rostemî yê 23 salî û xelkê gundê "Kolm" ê ser bi bajarê Bedreyê, di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, ev welatiye ji ber lêketina guleyên şer ên hêzên hikûmetî jiyana xwe ji dest daye.
Source: Hengawê Kurdî