Emîr Elî Celîliyan ji birîndarên xwenîşandanên Şabadê canê xwe ji dest da
Hengaw; Înê 16ê Çileya 2026an
Emîr Elî Celîliyan, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Şabadê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê di xwenîşandanên vî bajarî de ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 14ê Çileya 2026an, Emîr Elî Celîliyan ê temen 65 salî û ajotvanê kamyonê û xelkê Şabadê piştî pênc rojan ji ber kûrahiya birînên ku ji ber berketina guleyên serkutkeran li nexweşxaneyê bû, jiyana xwe ji dest da. Navbirî roja Pêncşemî 8ê Çileyê hatibû birîndarkirin.
Li gorî çavkaniyên nêzîk malbata Emîr Elî Celîliyan, saziyên hikûmetî zext li endamên vê malbatê kirine ku partiyên Kurdistanê wekî encamderên kuştina wî bidin nasîn ku wan ev yeke red kirine.
Herwiha vê çavkaniyê daye zanîn ku, saziyên serkutker ên hikûmetî li hember radestkirina termê Emîr Elî Celîliyan daxwaza dayîna 700 milyon Tumenî kirine.