Kirmaşan; Tiyam Kiyanîmenêş ji ber hilmijîna gaza rondikrij a teqiyayî ji aliyê hêzên hikûmetî ve, jiyana xwe ji dest da
Hengaw; Şemî 17ê Çileya 2026an
Welatiyekî Kurd ê bi navê Tiyam (Mihemedriza) Kiyanîmenêş, xelkê bajarê Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên vî bajarî de, ji ber hilmijîna gaza rondikrij a ku ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatiye avêtin, hatiye kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Tiyam Kiyanîmenêş ê 26 salî û xelkê Kirmaşanê, di nerazîbûnên vî bajarî de hate kuştin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, termê Tiyam Kiyanîmenêş roja Înê 16ê Çileyê li goristana Baxê Firdewsî ya bajarê Kirmaşanê bi axê hate sipartin.
Vê çavkaniyê ew yeka jî zêde kiriye ku, nebûna şûnwarên gule û lêdanê, nîşan dide ku navbirî ji ber hilmijîna zêde ya gaza rondikrij jiyana xwe ji dest daye, ev vegotine bi raporên meydanî yên taxên cuda yên Kirmaşanê re jî yek digire.