Rapora Hengawê li ser kuştina Şêrzad Balayî û Ferdîn Fûladî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî li Şabadê

17 January 2026 19:57

Hengaw; Şemî 17ê Çileya 2026an

Şêrzad Balayî û Ferdîn Fûladî, du ciwanên Kurd ên xelkê Şabadê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Şêrzad Balayî yê bavê du zarokan û Ferdîn Fûladî, ku her du jî xelkê Şabadê bûn, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin.

Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, termên van du cangoriyan roja Şemî 10ê Çileyê li goristana Kanî Çîkan Mensûrî bi axê hatine sipartin.

Hêjayî gotinê ye ku, malbat û kesûkarên cangoriyan, tevî zext û gefên saziyên hikûmetî, rê nedane ku termê wan bikevine destê hêzên hikûmetê û rêûresma binaxkirina wan bi awayekî serbixwe û di bin birêveberiya xwe de encam dane.

Bi hejmartina van du haletan, hejmara wan welatiyên ku di meşa nerazîbûnên Şabadê de hatine kuştin gihîşte 4 kesan. Beriya niha Hengawê nûçeya kuştina du kesên din ên bi navên Holako Eywanî û Emîrelî Celîliyan belav kiribû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin