Hengaw nasnameya sê welatiyên din ên Kurd ku li Tehranê hatine kuştin eşkere dike
Hengaw; Yekşemî 18ê Çileya 2026an
Nesîr Nesîrî, welatiyê Kurd û xelkê Rostemavaya Giyelanê, Erselan Qehremanî yê xelkê Dîwandereyê û welatiyekî din ê Kurd û xelkê Sineyê bi navê Umîd Saidî, di nerazîbûnên meha Çileyê de li Tehranê hatine kuştin. Bi hejmartina van sê kesan, heta niha nasnameya 15 welatiyên Kurd ku li Tehranê hatine kuştin, ji aliyê Hengawê ve hatiye belavkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, 8ê Çileya 2026an, Nesîr Nesîrî yê xelkê Rostemavayê, Umîd Saidî yê 39 salî û xelkê Sineyê û Erselan Qehremanî yê 26 salî û xelkê gundê Kanî Çermû yê ser bi bajarê Dîwandereyê, bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetê li Tehranê hatine kuştin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Pûriya Saidî, birayê Umîd Saidî, piştî kuştina birayê wî, bi teqeya çeka saçmeyî hatiye birîndarkirin û piştre hatiye binçavkirin û heta niha ti zanyarî li ser rewşa tendirustî û cihê ragirtina navbirî li ber dest nîne.
Navendên hikûmetî tevî wergirtina soznameyê ji malbata Erselan Qehremanî bo agehdarnekirina giştî, 500 mîlyon Tumen li hember radestkirina termê zarokê wan ji wan sitandine. Herwiha ji bo radestkirina termê Umîd Saidî jî 700 mîlyon Tumen ji malbata vî cangoriyê hatiye wergirtin.