Eşkerekirina nasnameya du welatiyên Kurd ên hatinî kuştin di nerazîbûnên Meşhed û Îsferaynê de
Hengaw; Duşemî 19ê Çileya 2026an
Du welatiyên Kurd bi navên Celîl Mîlanûyî û Husên Zebîhzade, li encama nerazîbûnên girseyî li bajarên Îsferayn û Meşhedê bi teqeya hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin, ku nasnameya wan piştî hefteyekê hatiye Eşkerekirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, şeva Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Celîl Mîlanûyî yê xelkê bajarê Îsferaynê yê ser bi Xurasana Bakur, li meşa nerazîbûnên girseyî li vî bajarî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin.
Hevdem her di vê şevê de, Husên Zebîhzade yê 41 salî, li meşa nerazîbûnên girseyî li taxa Nude ya Meşhedê bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin. Hengaw agehdar bûye ku ev welatiye ji aliyê serê xwe ve û bi çekên şer bûye armanca guleyan.
Bi hejmartina van du kesan, heta niha nasnameya heft welatiyên Kurd ku li meşa nerazîbûnên girseyî li Xurasana Rezewî û Xurasana Bakur hatine kuştin, ji aliyê Hengawê ve hatiye Eşkerekirin û belavkirin.