Kuştina sê welatiyên Kurd ji wan zarokekî 16 salî di nerazîbûnên Tehran û Şehrê Rêy de

19 January 2026 22:55

Hengaw; Duşemî 19ê Çileya 2026an

Sê welatiyên Kurd ji wan zarokekî 16 salî bi navên Mihemedriza Ebdulrehmanzade, Meysem Nezerî û Yasîn Îlahî, di meşa xwenîşandanên girseyî de li Tehran û Şehrê Rêy bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin û nasnameya wan piştî hefteyekê hatiye piştrastkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 9ê Çileya 2026an, Mihemedriza Ebdulrehmanzade, zarokê 16 salî yê xelkê Selmasê, li meşa nerazîbûnên xelkê li Tehranê hatiye kuştin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derbarê de ji Hengawê re ragihandiye ku, termê vî zarokî bo bajarê Qumê hatiye veguhastin û tevî ku hefteyek bi ser de derbas bûye, heta niha radestî malbata wî nehatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Mihemedriza Ebdulrehmanzade sêyemîn welatiyê xelkê Selmasê ye ku li meşa nerazîbûnên xelkê li Tehranê hatiye kuştin.

Herwiha di heman rojê de û di meşa heman xwenîşandanên girseyî de li Tehranê, Meysem Nezerî yê 20 salî û xelkê Kirmaşanê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin. Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, termê vî cangoriyî li hember 700 milyon Tumenî radestî malbata wî hatiye kirin û li goristana gundê "Elîbaqir" ê ser bi herêma Celalwenda Kirmaşanê bi axê hatiye sipartin.

Hengaw agehdar bûye ku, di heman rojê de (9ê Çileyê), Yasîn Îlahî yê 18 salî û xelkê gundê Abenar ê ser bi bajarê Avdananê, li nerazîbûnên xelkê li meydana yekem a Dewletabada Şehrê Rêy bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatiye kuştin.

Li gorî raporên ku gihîştine Hengawê, termê vî cangoriyî li goristana Îbn Babûye ya Şehrê Rêy bêyî lidarxistina ti rêûresmekê bi axê hatiye sipartin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin