Meşhed; Ciwanê Kurd Ebulfezl Salihî bi metirsiya sepandina sizayekî giran re rû bi rû ye
Hengaw; Şemî 31ê Çileya 2026an
Ebulfezl Salihî, welatiyê Kurd ê ku di nerazîbûnên meha Çileya îsal de li bajarê Meşhedê, navenda parêzgeha Xurasana Rezewî hatibû binçavkirin, di bin îşkenceyên giran de neçar maye ku li dijî xwe îtirafên bi zorê bike û metirsiya sepandina tohmet û sizayê giran ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve li ser e.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ebulfezl Salihî yê 20 salî û xelkê Meşhedê, yek ji wan girtiyên dawî yên vî bajarî ye ku ji aliyê saziyên hikûmetî ve di bin gefa canî de ye.
Li gorî gotina nêzîkên vî ciwanê Kurd, kanala Pênc a Komara Îslamî ya Îranê vîdyoyek ji îtirafa wî ya bi zorê belav kiriye û ev mijare bûye sedam nîgeraniya sepandina tometên wekî "dijminatiya bi Xwedê re" (Muharibe) li dijî navbirî.
Ev ciwanê Kurd bi wê yekê tê tometbarkirin ku di şewitandina navenda polîs a Komara Îslamî li çarêya Muxabirata Meşhedê dest hebûye; ev mijare jî dikare bibe hêncetek ji bo derxistina sizayekî neberanberî û giran li dijî wî.