Girtina herî kêm 7 welatiyên Kurd ji wan zarokek li bajarên Kamêran, Sine, Sîrwan, Îlam, Kirmaşan, Bîcar û Tehranê
Hengaw; Çarşemî 4ê Şibata 2026an
Heft welatiyên Kurd bi navên Raşid Elahbexşî, Karo Mînberî, Mihemedhusên Biralek, Sabîr Kakayî, Parsa Hîmetî, Mêhrdad Dawûdpûr û Seîd Pîrî li bajarên Kamêran, Sine, Sîrwan, Îlam, Kirmaşan, Bîcar û Tehranê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine binçavkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di çend rojên borî de û li berdewamiya girtinên berfireh, herî kêm 7 welatiyên Kurd ji wan zarokekî 15 salî, li bajarên cuda hatine binçavkirin, ku navên wan li gorî navçeyan û rêza demê wiha ye;
Kamêran, Sine û Bîcar
Sibêdeha roja Sêşemî 3ê Şibata 2026an, Raşid Elahbexşî, welatiyê Kurd ji Kamêranê, di encama êrîşa hêzên hikûmetî de bi bê ti belgeyeke dadgehê hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin. Heta niha ti zanyariyek derbarê tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin ber dest nîne.
Roja Duşemî 2ê Şibata 2026an, Karo Mînberî, welatiyê Kurd ji gundê Nêy û niştecihê bajarê Sine, demjimêr 8ê sibehê ji aliyê hzêzên Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.
Mêhrdada Dawûdpûr, welatiyê Kurd ê 30 salî û xelkê bajarê Bîcarê û endezyarê elektrîkê, rêkefta 8ê Çileyê, di dema xwepêşandanên girseyî de li vî bajarî ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û heta niha di derbarê çarenivîsa wî de ti zanyariyek ber dest nîne.
Sîrwan û Îlam
Roja Yekşemî 25ê Çileya 2026an, Mihemedhusên Biralek, welatiyê Kurd ji bajarê Lomarê yê ser bi beşa navendî ya bajarê Sîrwanê li parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin û heta niha derbarê çarenivsa wî ti zanyariyek ber dest nîne.
Roja Înê 9ê Çileyê, Sabîr Kakayî, welatiyê Kurd ji Karzana Îlamê, di dema xwepêşandanên girseyî de li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û çarenivîsa wî hîn jî nediyar e.
Kirmaşan
Roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Parsa Hîmetî, nûciwanê Kurd ê 15 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê, di dema xwepêşandanên girseyî de li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin û heta niha derbarê çarenivsa wî ti zanyariyek ber dest nîne.
Tehran
Roja Çarşemî 7ê Çileya 2026an, Seîd Pîrî, welatiyê Kurd ji Avdananê, di dema xwepêşandanên girseyî de li taxa Haft Hewz a Narmeka Tehranê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin û bo yek ji navendên binçavkirinê yên ewlehiyê li Tehranê hate veguhastin. Li gorî raporên hatine wergirtin, ev welatî herî kêm 10 rojan rastî îşkenceyeke giran a laşî hatibû, ku di encamê de diran û perasûyên wî şikestin, û tevî nebaşbûna tendirustiya wî û birînên giran, hîn jî ji mafê destpêregihîştin bi xizmetguzariyan hatiye bêparkirin.