Parêzgeha Îlamê; Raporek li ser binçavkirina 12 welatiyan ji aliyê navendên hikûmetî ve

05 February 2026 15:20

Hengaw; Pêncşemî 5ê Şibata 2026an

Di heyama mehekê de 12 welatî ji wan 11 welatiyên Kurd û welatiyekî Lor, li bajarên Îlam, Dêhloran, Dereşar, Karzan, Lomar û Avdananê li parêzgeha Îlamê hatine girtin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama mehekê de pênc welatî ji Îlamê, du ji Avdananê, du ji Lomarê û welatiyek ji Dereşar û Karzanê hatine girtin.

Girtiyên Îlamê

Pênc welatiyên Kurd ji Îlamê bi navê Hemîd Lartî yê 18 salî, Nîma Kurxî yê 18 salî 13ê Çileyê, Mehdî Kesayî yê 19 salî li 9ê Çileyê, Mê`irac Şêrxanî yê 20 salî li 9ê Çileyê û Bêhrûz Basere yê 19 salî her di vê heyamê de hatine girtin û çarenivîsa wan hîn nediyar e.

Girtiyên Avdananê

Ferzad Muradî, welatiyê Kurd ê ji Avdananê li 8ê Çileyê û Mihemedemîn Seferî, welatiyê Lor yê ji heman bajarî, li 2ê Şibatê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin.

Girtiyên Lomar

Du welatiyên xelkê Lomara bajarê Sîrwan ê ser bi parêzgeha Îlamê bi navên Bêhzad Weledbeygî yê 19 salî li rêkefta 2ê Şibatê û Bêhrûz Weledbeygî yê 19 salî li 31ê Çileyê hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Dêhloran û Dereşar

Ferşad Atênî yê xelkê Dêhloranê li 3ê Şibatê û Mihemed Zeynîwend ê 37 salî û xelkê Dereşarê, rêkefta 16ê Çileyê hatine girtin.

Girtiyên Karzanê

Di berdewamiya van girtinan de, Sohrab Elîdostî ji Karzanê yê ser bi parêzgeha Îlamê, rêkefta 24ê Çileyê hate girtin û di rewşek nediyar de tê ragirtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin