Tehran; Rêbwar Marabî, welatiyê Kurd û yek ji girtiyên xwepêşandanên meha Çileyê, bi tohmeta "hevkarîkirin bi Îsraîlê re" 10 sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin

11 February 2026 10:41

Hengaw; Çarşemî 11ê Şibata 2026an

Rêbwar Marabî, welatiyê Kurd ê xelkê Kamêranê û yek ji girtiyên xwepêşandanên meha Çileyê li Tehranê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 10 sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Li gorî raporên ku gihîştine Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Rêbwar Marabî yê 26 salî û xelkê gundê Marabî yê ser bi bajarê Kamêranê, ji aliyê dadwer Mihemedriza Emûzade, Serokê Taya 28 a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tohmeta "hevkarîkirin bi Îsraîlê re" 10 sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Rêbwar Marabî di dema binçavkirin û kombûna dadgehê de, ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û mafê hevdîtina bi malbata xwe re hatiye bêparkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Rêbwar Marabî ji mehekê zêdetir e li girtîgeha Tehranê, navenda “Feşafûye” tê ragirtin û heta niha jî li wir e.

Herwiha vê çavkaniyê daye zanîn, Rêbwar çendîn salan e li Tehranê wekî seraşpez dixebite û li heman bajarî dijî, lê ew bi wê yekê hatiye tohmetbarkirin ku tenê ji bo hevkariya bi Îsraîlê re û beşdarbûna di xwepêşandanan de çûye Tehranê.

Rêbwar Marabî êvareya Înê 9ê Çileya 2026an, li dema xwepêşandanên li Tehranê hate girtin û bo girtîgeha Feşafûye ya Tehranê hate veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin