Sine; Efşîn Husên Penahî, Xebat Dêhdar û Cemal Esedî hatine girtin
Hengaw; Çarşemî 11ê Şibata 2026an
Efşîn Husên Penahî, Xebat Dêhdar û Cemal Esedî, sê girtiyên siyasî yên Kurd, carek dinê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Sine hatine girtin.
Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Efşîn Husên Penahî, Cemal Esedî û Xebat Dêhdar, welatiyên xelkê bajarê Sine, roja Sêşemî 10ê Şibata 2026an hatine girtin. Hêzên hikûmetî herwiha dest danîne ser telefona Cemal Esedî.
Di vê navberê de, Efşîn Husên Penahî di Mijdara 2017an de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sineyê ve bi girtîgehê hatibû sizadan û piştî derbaskirina nêzîkî sê salan ji sizayê xwe yê şeş sal girtîgehê, roja Yekşemî 26ê Nîsana 2020an bi lêboherîna mercdar ji girtîgehê hate berdan.
Herwiha di destpêka Mijdara 2023an de, Xebat Dêhdar, çalakvanê kadkarî yê xelkê Sine, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sineyê ve bi tohmeta propagende li dijî hikûmetê bi salek girtîgeha ragirtî hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji cihê ragirtin, sedemên girtin û tohmetên ku li dijî van welatiyane hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.