Raporek li ser girtin û bêserûşûnkirina çar welatiyên Kurd li Sine, Îlam û Bucnordê

12 February 2026 10:40

Hengaw; Pêncşemî 12ê Şibata 2026an

Çar welatiyên Kurd ên bi navê Ferhad Wezîrî, Riza Perek, Mistefa Kemerxanî û Sirûş Debîrmenêş li bajarên Sine, Bucnord û Îlamê ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û çarenivîsa wan nediyar e.

Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roşa Şemî 7ê Şibata 2026an, Sirûş Debîrmenêş, welatiyê Kurd ê xelkê Bucnordê, ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Herwisa ji aliyek dinê ve, Ferhad Wezîrî, welatiyê xelkê bajarê Sine û ji kasibkarê pasaja “Aşina” ya vî bajarî, ji çend roj berî niha ve ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatiye revandin û ti zanyariyek derbarê çarenivs û rewşa wî li ber dest nîne.

Riza Perek, welatiyê xelkê bajarê Melekşayiyê, roja Sêşemî 33ê Çileya 2026an li Îlamê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin. Tevî derbasbûna 18 roj ji girtina wî, heta niha ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wî ber dest nîne.

Mistefa Kemerxanî, welatiyê xelkê Îlamê, di 11ê Çileya 2026an hate girtin û tevî wê ku ji ber îşkenceyê çavên wî bi giranî birîndar bûye û soza azadbûnê piştî mehekê jê re hatibû danê, lê hîn jî li girtîgeha Îlamê tê ragirtin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin