Raporek li ser girtina herî kêm heft welatiyên Kurd li bajarên Miyanduav, Avdanan û Bokanê

13 February 2026 12:38

Hengaw; Înê 13ê Şibata 2026an

Di berdewamiya girtinên berfireh de, herî kêm heft welatiyên din ên Kurd bi navê Cemal Ebdulahî, Elî Nezerzade, Nasir Yadiyar, Mûsa Yadiyar, Hemze Yadiyar, Hejar Rehîmî û Hesen Çemenî ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Binçavkiriyên Avdananê (Îlam)

Li gorî rapora ku gihîştiye Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 11ê Şibata 2026an, Elî Nezerzade yê 26 salî û xelkê bajarê Avdanan, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Binçavkiriyên Bokanê

Hevdem du welatiyên xelkê Bokanê bi navên Hesen Çemenî (Mesûd) û Hejar Rehîmî, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatin girtin. Li gorî zanyariyan, binçavkirina Hesen Çemenî derdorê demjimêr 11ê şevê û bi êrîşa hêzên hikûmetî bo ser mala wî û bi awayekî tundûtîjî û lêdanê bûye.

Herwiha di heman şevê de, sê bira bi navê Nasir Yadiyar ê 38 salî, Mûsa Yadiyar ê 26 salî û Hemze Yadiyar ê 25 salî û xelkê Bokanê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên hikûmetî bêyî nîşandana ti belgeyeke dadwerî Mûsa û Hemze Yadiyarî li gundê Qurmusalî yê ser bi Bokanê û Nasir Yadiyarî li gundê Daşbend ê ser bi vî bajarî girtine. Heta niha li ser sedemên girtin an jî tohmetên ku li dijî van her sê birayane hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.

Hêjayî gotinê ye ku, berê jî birayekî din ê van her sê kesane yê bi navê Resûl Yadiyar, roja Sêşemî 16ê Kanûna 2025an, bêyî nîşandana her cure belgeyeke dadwerî ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibû girtin û bo yek ji navendên binçavkirinê yên îdareya Îtilaatê li Urmiyê hatibû veguhastin.

Binçavkiriyên Miyanduavê

Roja Duşemî 9ê Şibata 2026an, derdorê demjimêr 3ê sibehê, Cemal Ebdulahî yê 41 salî, xîzandar û bavê du zarokan û xelkê gundê “Gug Cilu” yê ser bi Miyanduavê, li encama êrîşa hêzên hikûmetî bo ser mala wî hate girtin.

Heta dema belavbûna vê raporê, li derheq sedemên girtina wan, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin