Raporek li ser binçavkirin û nexuyabûna çarenivîsa heşt welatiyên Kurd li parêzgeha Îlamê
Hengaw; Yekşemî 15ê Şibata 2026an
Heşt welatiyên Kurd ên bi navê Yûnis Nasirî, Yûsif Azadxanî, Xelîl Îsmayîlî, Elî Hatemî, Nebî Zemanî, Hesen Mihemedî, Ebdulsahib Ceiferzade û Riza Xasî li bajarên Lûmar, Bedre, Melekşayî û Asmanabad ên ser bi parêzgeha Îlamê ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar ve.
Girtiyên Asmanabadê;
Yûnis Nasirî roja Pêncşemî 29 Çileya 2026an, ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin.
Yûsif Azadxanî roja Duşemî 2ê Şibata 2026an hate girtin.
Nabî Zemanî roja Sêşemî 10ê Şibata 2026an hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Girtiyên Melekşayî;
Dr. Riza Xasî roja Şemî 7ê Şibata 2026an ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Girtiyên Bedre;
Elî Hatemî, welatiyê 34 salî, roja Sêşemî 3ê Şibata 2026an hate girtin.
Hesen Mihemedî roja Yekşemî 8ê Şibata 2026an ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin.
Ebdulsahib Ceiferzade roja Çarşemî 11ê Şibata 2026an hate girtin.
Girtiyên Lûmar;
Xelîl Îsmayîlî roja Sêşemî 3ê Şibata 2026an hate girtin.
Ji hemûyê van welatiyane heta niha ji mafên telefonkirin, hevdîtin bi malbatên xwe re û destpêregihîştin bi parêzeran hatine bêparkirin.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek berfireh li ser tohmetên ku li dijî van welatiyane hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa wan ber dest nîne.