Raporek li ser girtina herî kêm heşt welatiyên Kurd li bajarên Kamêran, Şabad, Mehabad, Şino, Sine û Bokan
Hengaw; Duşemî 16ê Şibata 2026an
Herî kêm heşt welatiyên Kurd bi navên Faroq Nedemî, Elî Balayî, Celal Xedîrîpûr, Hejar Îbrahîmî, Sebah Salihî, Umîd Ostadî, Perwîz Bengînî û Peyman Rehmanî li bajarên Kamêran, Şabad, Mehabad, Şino, Sine û Bokanê hatine girtin.
Li gorî raporên ku gihîştine Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, heşt welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin. Navên van welatiyane wiha ne:
Kamêran;
Faroq Nedîmî, welatiyê 27 salî yê xelkê Kamêranê, roja Pêncşemî 5ê Şibata 2026an, li cihê karê xwe li dukana kilîdsazî li vî bajarî ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Peyman Rehmanî, welatiyê xelkê bajarê Kamêranê, zêdetirî mehek berî niha û çend roj piştî xwepêşandanên girseyî yên 8ê Çileya 2026an, dema ku bi guleyên hêzên hikûmetî birîndar bû, hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Şabad;
Elî Balayî, welatiyê xelkê bajarê Şabadê û birayê Şêrzad Balayî, yek ji cangoriyên xwepêşandanên girseyî, roja Şemî 14ê Şibata 2026an, li meydana Ferhengiyan a vî bajarî, bi bê ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate girtin. Heta niha ti zanyariyek li ser çarenivîsa wî û tohmetên li dijî vî welatiyî hatinî sepandin ber dest nîne.
Mehabad;
Celal Xedîrîpûr, welatiyê xelkê gundê “Gawazelê” yê ser bi bajarê Mehabadê, roja Duşemî 2ê Şibata 2026an, li encama êrîşa hêzên hikûmetî bo ser mala wî ya malbata hate girtin û bo yek ji navendên binçavkirinê yên îdareya Îtilaatê li Urmiyê hate veguhastin. Heta niha ti zanyariyek hûr li ser rewşa wî û tohmetên bi ser de hatinî sepandin li ber dest nîne.
Şino;
Hejar Îbrahîmî, welatiyê 23 salî û xelkê bajarê Şinoyê, êvareya 13ê Şibata 2026an ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin. Derbarê çarenivîs û cihê ragirtina wî ti zanyariyek ber dest nîne.
Sine;
Sebah Salihî û Umîd Ostadî, du welatiyên xelkê bajarê Sine, roja Şemî 4ê Şibata 2026an, li ber cihê karê xwe li taxa Hesenava ya vî bajarî ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatin girtin.
Bokan;
Perwîz Bengînî, welatiyê xelkê Bokanê, roja Çarşemî 9ê Şibata 2026an, li encama êrîşa hêzên Îtilaatê bo ser mala wî ya malbata hate girtin. Di dema vê êrîşî de, hêzên îdareya Îtilaatê dest danîne ser telefona wî û hemû endamên malbata wî û hejmarek ji endamên malbata wî ji aliyê van hêzan ve hatin lêdan û kutan.