Kolberek li ser sînorê Seqizê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin

Kolberekî Kurd ê bi navê Elî Zerxamî yê xelkê bajarê Tikabê ku bavê sê zarokan bû, di dema kolber

03 March 2024 20:38


Hengaw; Yekşemî 3ê Adara 2024an

Kolberekî Kurd ê bi navê Elî Zerxamî yê xelkê bajarê Tikabê ku bavê sê zarokan bû, di dema kolberiyê de li sînorê Seqizê bi teqeya rasterast a Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 2ê sibêdeha roja Yekşemî 3ê Adara 2024an, hêzên sînorî yên cihgir li ser sînorê "Mêşaw" yê ser bi navçeya Serşîw a Seqizê komek kolber dane ber gulleyan û di encamê de kolberek ê bi navê Elî Zerxamî yê temen 52 salî hate kuştin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Elî Zerxamî ji aliyê zikê xwe ve bûye armanca gulleyên hêzên sînorî û canê xwe ji dest daye.

Elî Zerxamî yê gundê "Sarîbax" ê girêdayî Tikabê û rûniştiyê bajarê Seqizê bû. Navirî xîzandar û bavê du zarokan bû.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Şibata îsal de herî kêm 4 kolber û kasibkar li sînorên Kurdistanê hatine kuştin û 63 kolber jî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin