Şino; Ferzad Mehmûdpûr hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin

Ferzad Mehmûdpûr ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Şinoyê, ji bo derbaskirina heyama 5 sal siza hate girtin û

09 March 2024 10:20

Hengaw; Înê 8ê Adara 2024an

Ferzad Mehmûdpûr ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Şinoyê, ji bo derbaskirina heyama 5 sal siza hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhatin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 5ê Adara 2024an, Ferzad Mahmûdpûr, 22 salî û xelkê Mîrava yê ser bi Şinoyê, piştî gazîkirin bo Taya Birêveberiya Sizayan a Dadgeha vî bajarî, hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin. 

Ferzad Mehmûdpûr roja 21ê Tebaxa 2023an, ji aliyê Dedgeha Şoreş a Urmiyê ve bi tohmetên weke "kombûn û lihevkiin, endametî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de û jinavbirina mal û milkên giştî" bi 5 sal hatibû sizadan.
 
Daxwaza pêdeçûnê bo hukmê Ferzad Mehmûdpûr beriya niha ji aliyê Taya 26 a Dîwana Bilind ve bi serokatiya Elî Ekber Yesaqî û bi şêwirmendiya Elî Ekber Binayîrad hate redkirin.

Hengaw beriya niha dabû zanîn, ku Ferzad Mehmûdpûr, di heyama girtîgeha xwe de ji mafên xwe yên sereke hatiye bêparkirin û rastî îşkenceyên fîzîkî û derûnî hatiye.

Ferzad Mehmûdpûr, di meha Cotmehê de, di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de li Şinoyê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatibû girtin. Navbirî piştî veguhastina bo girtîgehên saziyên hikûmetî li Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Navbirî di dawiyê de roja Sêşemî 5ê Adara 2024an, piştî 15 meh girtîgehê, bi danîna barimteya 2 milyard Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hate berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin