Du girtiyên Kurd di girtîgeha Mihabadê de hatine darvekirin

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd bi navên Ebas Dadwer yê xelkê

09 March 2024 13:07

Hengaw; Înê 8ê Adara 2024an

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd bi navên Ebas Dadwer yê xelkê Mihabadê û Fexredîn Mengurnijad yê xelkê Şinoyê di girtîgeha navendî ya Mihabadê de hate cîbicîkirin. Girtiyên hanê beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" bi îdamê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 7ê Adara 2024an, sizayê darvekirina Ebas Dadwer yê xelkê Mihabadê ku xîzandar û bavê zarokekê bû û Fexredîn Mengurnijad yê xelkê Şinoyê di girtîgeha navendî ya Mihabadê de hate cîbicîkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, du girtiyên hanê 4 sal beriya niha di dosyayek hevbeş de bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" di rêya Serdeştê de hatibûne girtin û piştre bi îdamê hatibûne sizadan.


Heta belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina wan du girtiyan di medyayên hikûmetî û bi taybet medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin