Herî kêm pênc kolber li ser sînorê Banê hatine birîndarkirin

Herî kêm pênc kolber yên bi navên Heyder û Idrîs (paşnavê wan nediyar e) yên xelkê Se

09 March 2024 13:09

Hengaw; Înê 8ê Adara 2024an

Herî kêm pênc kolber yên bi navên Heyder û Idrîs (paşnavê wan nediyar e) yên xelkê Seqizê û Îhsan Ebdulahzade û Zanyar û Kerîm (paşnavê wan nediyar e)  li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 6ê Adara 2024an, Îhsan Ebdulahzade yê temen 19 salî,  Zanyar (paşnavê wî nediyar e) yê temen 25 salî, Kerîm (paşnavê wî nediyar e) yê xelkê Banê li sînorê "Hengejale" yê ser bi Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên hikûmetî gef ji wan kolberane xwarine ku dê wan bikujin û kolber neçar kirine ku digel beşa alikariya bilez pêwendiyê bigirin, çimkî dê hewcehiyan wan pê hebe û piştre ji wan xwastine ku birevin û ji mewdaya 2 metrî ew dane ber gulleyan.

Li gor heman çavkaniyê, Îhsan Ebdulahzade ji aliyê her du pêyê xwe ve û Zaniyar ji aliyê pêyê xwe yê çepê ve bi dijwarî hatine birîndarkirin û rewşa wan xirab e.

Herwisa di heman rojê de Heyder û Îdrîs (paşnavê wan nediyar e) du kolberên xelkê Seqizê li ser heman sînorî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî bi giranî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin