Îlam; Sasan Çemen Ara yê hunermendê Kurd careke din bi girtîgehê hate sizadan

Sasan Çemen Ara, hunermendê Kurd ê xelkê Îlamê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, di dosye

09 March 2024 21:07

 

Hengaw; Şemî 9ê Adara 2024an

Sasan Çemen Ara, hunermendê Kurd ê xelkê Îlamê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, di dosyeyeke dinê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê bi sê meh girtîgehê hate sizadan. Navbirî beriya niha jî 5 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Sasan Çemen Ara, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îlamê ve bi tohmeta "propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê" bi sê meh girtîgehê bi hesabkirina rojên berê yên girtîgehê hate siadan.

Ev hunermendê han, herwisa wekî sizayê tevaw bi valakirina 20 milyon Tumen parê nexdî hate sizadan.

Hêjayê baskirinê ye ku, Sasan Çemen Ara, roja Çarşemî 17ê Çileya 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê  di mala xwe de ji bo cara duyem hate girtin û piştre, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê hatiye berdan.

Sasan Çemen Ara, hunermendê xelkê Îlamê di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de û di 7ê Tîrmeha 2022an de ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû girtin û piştre ji aliyê Taya 29 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer Seyîd Elî Mezlûm bi 5 sal girtîgehê hatibû sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin