Metirsiya radestkirina Ferdîn Mihemedî Semanî yê girtiyê siyasî yê berê ku bi "muharibê" hatiye tohmetbarkirin

Ferdîn Mihemedî Semanî, ji girtiyên siyasî yê berê û penaberê siyasî yê

10 March 2024 11:55

Hengaw; Şemî 9ê Adara 2024an

Ferdîn Mihemedî Semanî, ji girtiyên siyasî yê berê û penaberê siyasî yê Kurd metirsiya radestkirina wî ji Swêdê ve bo Îranê heye. Ev çalakvanê Kurd tohmeta “muharibe” li ser e û eger were radestkirin dê jiyana wî bikeve metirsiyê.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ferdîn Mihemedî Semanî yê penaberê 39 salî û xelkê bajarê Sinê metirsiya dîportkirina wî ji Swêdê bo Îranê heye.

Li gorî gotina Ferdîn Mihemedî Semanî, tevî ku îdareya Koçberiyê ya Swêdê di sala 2018an de daxwaza wî ya penaberiyê qebûl kiriye, lê di vê dawiyê de piştî derbasbûna şeş salan metirsiya radestkirina wî bo Îranê heye.

Ev çalakvanê siyasî di sala 2007an de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya Hesen Babayî bi tohmeta “muharibe û ifsad fi erz bi rêya endametî di yek ji partiyên Kurdistanî de” bi deh sal girtîgehê û hevdem bi dûrxistinê hatibû sizadan.

Ev girtiyê siyasî yê berê, piştî derbaskirina sê salan ji hukmê xwe yê deh salan, ji girtîgeha navendî ya Ramhormizê ya parêzgeha Xûzistanê bi awayekî demkî (mirexesî) hatibû berdan û neçar ma warê xwe bi cih bihêle û biçe Ewropayê.

Hengaw tekezî dike, ku eger Ferdîn Mihemedî Semanî were radestkirin, ji bilî sepandina cezayê giran yê îşkencekirinê, egera dayîna hukmê îdamê ji ber tohmeta wî ya berê (moharebe) heye.


Di vî warî de zêde bixwînin