Sine; Welatiyek piştî gazîkirin bo Dadgeha Şoreşê hate girtin

Feryad Qadirî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Sewlavayê, piştî gazîkirin bo Dadgeha Şoreş a bajarê Sinê

11 March 2024 00:15

Hengaw; Yekşemî 10ê Adara 2024an

Feryad Qadirî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Sewlavayê, piştî gazîkirin bo Dadgeha Şoreş a bajarê Sinê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin. Ev welatiyê han beriya niha ji aliyê heman dadgehê ve bi 5 sal girtîgeha ragirtî hatibû sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 10ê Adara 2024an, Feryad Qadirî, welatiyê 48 salî û xelkê gundê "Kolîj" ê ser bi bajarê Sewlavayê, piştî gazîkirin bo Taya Yekem a Dadgeha Şoreş hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhestin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzîk malbata Qadirî, Feryad Qadirî sala borî ji aliyê heman tayê ve bi tohemta "endametî û hevkarîkirn digel Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê" 5 sal girtîgeha ragirtî bi ser de hatibû sepandin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtina Feryad Qadirî û çarenivîs û cihê ragirtina wî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin